May 22, 2021 18:23 Asia/Tehran
  •  Beşdariya zêde ya sûriyên derveyî welêt di hilbijartinan da tevî astengîderxistinan

Sûriyên derveyî Sûriyê tevî hebûna astengîderxistin û heta kêşederxistina di hilbijartina serokomartiya vî welatî li balyozxaneyên derve, beşdariyeke berfireh tomar kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Qonaxa yekem a hilbijartina duqonaxî ya serokoamrtiya Sûriyê Pêncşemiya borî bi dengwergirtina ji sûriyên derveyî welêt li nûnertiyên siyasî û balyozxaneyên vî welatî li derveyî welêt hat lidarxistin.

Hilbijartina seranserî li nav Sûriyê jî dê 5ê Xordadê were lidarxistin.

Ji bilî Bişar Esed serokomarê niha, Mehmûd Mer'î ji dijberên navxweyî û Ebdullah Eslem Ebdullah jî di vê hilbijartinê da bûne berendam.

Li Libnanê komeke sûriyan diçûn navendên dengdanê, lê rastî êrîşa komên din bûn.

Ji aliyê din va, rayedarên Tirkiye û Almanyayê rê li ber lidarxistina hilbijartinan li nav axa xwe girtin.

Her wiha ev hilbijartin li Erebistan û Îtalyayê ji ber girêdayîbûna balyozxaneyên Sûriyê û li Qeterê jî ji ber nebûna nûnertiya Sûriyê nehat lidarxistin.

Welatên rojavayî yên endamê Konseya Ewlehiyê û di serê wan da Amerîka, Fransa û Inglîzê ji pêş va dijayetiya xwe digel encamên lidarxistina vê hilbijartinê ragihandin; Lê tûşî dijayetiya Rûsiyê bû.

 

Serepeyv