QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkiyê derewandin
QSD`ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkiyê derewandin û got belavkirina wan nûçeyan asta bêçaretiya wan nîşan dide.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD - QSD) têkildarî îdiayên dewleta Tirkiyê yên vê dawiyê belav kirine, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da."
Daxuyaniya QSD`ê ya têkildarî mijarê wiha ye:
“Li gorî wan nûçeyan rojên 4 û 8’ê Gulanê qaşo li herêma ‘Diri El-Firat’ 6 şervanên me hatine şehîdxistin û çeperên me hatine rûxandin. Ev nûçe derew e û ji rastiyê dûr e.
Di rojên 2 û 5’ê Gulanê de, li herêma Efrînê li gorî nûçeya dewleta Tirkiyê hêzên me sivîl topbaran kirine û di heman demê de li hemberî sivîlan êrişêke bombeyî pêk hatiye. Li vê herêmê tu tevgera hêzên me nîne. Yên ku herêmê bê ser û ber topbaran dikin, dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ne.”