Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kesên din ji ber Koronayê mirin
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de 8 kes ji ber vîrusa Koronayê mirine û 245 kes bi Koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa, ragihand ku di 24 seetan da 245 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 37 kes li Hesekê, 39 kes li Qamişlo, 17 kes li Dêrikê, 9 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Cil Axa, 12 kes li Kobanî, 26 kes li Dêrezorê, 25 kes li Reqayê, 60 kes li Tebqayê, 4 kes li Minbicê, 1 kes li Şehbayê û 12 kes li Kampa Rojê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 14681 kesan, ji wan 1488 kes baş bûne û 485 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.