Nîsan 20, 2021 09:38 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê li dijî kurdên Efrînê projeyên guhertina demografiya herêmê bikar tîne

Li herêma kurdan a Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê, projeyên avakirina malan ji bo Ereb û Tirkmenên hawirde roj bi roj berferehtir dibin. Projeya guhertina demografiyê berdewam e.

Li herêma Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê, projeyên avakirina erdên niştecîbûnê ji bo Ereb û Tirkumenên hawirde roj bi roj zêde dibin. Li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê zeviyek ji bo projeyê hatiye destnîşankirin ku Tora Medyayî ya Rûdawê dîmenên wê bidest xistine.

Li gor dîmen ji nav taxa Mehmûdiyê ya Efrînê taybet ji bo Rûdawê hatine kişandin, li ser vê zeviyê ku jê re bazara dewêr li Efrînê dihat gotin, amadekarî ji bo avakirina projeyeke niştecîkirina Erebên hawîrde tê kirin.

Projeyên niştecîbûn, li çend deverên din jî tê cîbicîkirin. Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Efrînê . Mihemed Şêx Reşîd, serdana cihên ku proje lê têne cîbickirin kir.

Yek ji wan projeyan, projeya niştecîkirinê li gundê Xalidiyê li rojhilatê Efrînê ye. Proje bi navê gundê Kuwêt el Rehme tê avakirin. Proje ji 300 yekeyên niştecîkirinê pêk tê. Herwiha mizgeft, binkeya tendirustiyê, dibistan tên avakirin. Peymangeheke taybet bi ezberkirina Quranê tê avakirin. Proje ji aliyê Komeleya Şam a Xêrxwazî ve tê avakirin.

Çalakvanê siyasî yê Efrînî Ihsan Efrînî,, ku li Amerîka niştecî ye û dosyeya niştecîkirinê dişopîne, derbarê van projeyan de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Çalakvanê siyasî Ihsan Efrînî got: “Çalakvanê siyasî debara Efrînê avadana niştecihbûna ji aliyê Tirkan ve berdewam e. her malbatekî ji 40 heta 50 m² xaniyên blokan ji wan re avadikin. Metirsiya herî mezin niştevanên Ereb û Tirkmen wek nişteciyên Efrînê werin çesipandin. Projeya guhertina demografiyê berdewam e.”

Ji bilî taxa Mehmûdiyê ya Efrînê û gundê Xalidiyê, çendîn projeyên din li nahiyeyên Şiyê, Cindirêsê û deverên din ên herêmê ji bo niştecîkirina Ereb û Tirkumenên hawîrde tên cîbicîkirin.

Serepeyv