Efrîna dagirbûyî; Erdên kurdan jibo çêkirina malan bo tirkmen û ereban tên xesbkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i325656-efrîna_dagirbûyî_erdên_kurdan_jibo_çêkirina_malan_bo_tirkmen_û_ereban_tên_xesbkirin
Erdên navçeya Şiyeya Efrînê jibo projeya bajarokçêêkirinê yên Tirkiyê ji malbatên kurd tên standin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2021 05:06 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî; Erdên kurdan jibo çêkirina malan bo tirkmen û ereban tên xesbkirin

Erdên navçeya Şiyeya Efrînê jibo projeya bajarokçêêkirinê yên Tirkiyê ji malbatên kurd tên standin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Erdên 6 malbatên kurd li navçeya Şiyeya Efrînê ji aliyê komên çekdar ên ser bi koma bi navê Artêşa Azad a Sûriyê û bi hevkariya hikûmeta Tirkiyê hatin desteserkirin û jibo projeya çêkiirna bajarokan jibo tirkmen û erebên Sûriyê hatin terxankirin.

Li gorî nûçeya ku Rûdawê belav kir, Koma çekdar a Silêman a ser bi Artêşa Azad ev erd xesb kirine.

Li gorî vê raporê biryar e ku Tirkiye li vê navçeyê 247 malan çêbike.

Piştî 18ê Aadara 2018an ku Efrîn ji aliyê Tirkiyê va hat dagirkirin, bi sedan hezar kurd neçar man ji cih û warê xwe koçber bibin.

Bi mebesta guhertina demografiya vê navçeyê jî bi dehan hezar kes ji tirkmen û erebên Sûriyê li erd û malên kurdan hatin bicihkirin.