Nîsan 16, 2021 22:09 Asia/Tehran
  • HSDê li Hesekê berpirsê şaneyeke DAIŞê û li Reqayê jî şaneyek vê koma terorîst  girt

Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD)  ragihand ku li Hesekê di encama operasyonekê de berpirsê şaneyeke DAIŞê hate desteserkirin. Herwiha HSDê ragihand ku Yekîneyên Dije Terorê li Reqayê şaneyeke DAIŞê ku ji 10 kesan pêk tê, girt.

Navenda Çapemeniyê ya HSDê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku, hêzên wê  û hêzên Hevpeymaniya Navdeweltî ya Dijî DAIŞê operasyoneke hevbeş li dijî şaneyeke rêxistina DAIŞê ya terorîst li Hesekê pêk anî.

Li gor daxuyaniyê di wê operasyonê de berpirsê şaneyeke DAIŞê li Heseke girtine.

Hat zanîn ku dest bi ser cebilxane û belgeyên li gel wî de jî  hate girtin û ew kes bi derbaskirina çekan bo nava Kampa Holê tê tometbarkirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê herwiha di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê yên HSDş li Reqayê şaneyeke DAIŞê ku ji 10 çeteyan pêk tê, girt.

HSD di daxuyaniya xwe de dibêje ku wê şaneyê plan dikir ku di Remezanê de li Reqa û Tebqayê sivîlan bikin armanc.

Serepeyv