Ji ber teqîna bombeyê li paytexta Sûriyê 8 kes hatin kuştin û birîndar bûn
Adar 31, 2021 16:01 Asia/Tehran
Wezareta karên derve ya Sûriyê qala teqîna bombeyekê û candan û birîndarbûna 8 kesan li paytexta vî welatî kir.
Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Wezareta karên derve ya Sûriyê îro Çarşemiyê ragihand ku kesek bi navê Qesa Îsa ev bombe li kolaneke taxa Rukn nul-Dîna Şamê teqandiye.
Di encama vê teqînê da kesek hatiye kuştin û heft kes jî birîndar bûne.