Adar 29, 2021 20:25 Asia/Tehran
  • Li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê li bajarê dagîrkirî yê Serêkaniyê teqîn çêbû

Li bajarê Serê Kaniyê yê kurdên Sûriyê ku niha artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst ên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê ew dagir kiriye, teqînek çê bû.

Li gor agahiyan teqîn ji ber otomobîleke bombekirî çê bûye û li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de 3 kes hatine kuştin û hejmarek kes birîndar bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihandiye, îro duşemiyê 29ê Adara 2021an teqîneke bihêz li nav bajarê Serê Kaniyê çêbûye û di encamê de kuştî û birîndar hene, lê ti hûrgilî derbarê cihê teqînê û hejmara kuştî û birîndaran aşkere nekiriye.

Di 12ê Îlona sala bihorî de teqînek bihêz li nav bazara Serê Kaniyê çêbûbû, ku di encamê de 10 kes hatibûn kuştin û birîndarkirin.

Piştî wê teqînê, teqîna duyem jî li nav bazara firotina mirîşkan li Serê Kaniyê qewimîbû û zirarên mezin ên maddî gihandibû bazarê.

Bajarê Serê Kaniyê dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Hesekê li herêmên kurdî yên Sûriyê û piştî êrişa Tirkiyê û terorîstê girêdayiyê wê di 9ê Cotmeha 2019an de ew bajar ji aliyê wan dagir bû û komên terorîst ên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve û artêşa Tirkiyê niha li wir her cinayetek ku ji destê wan were li dijî kurdên wir dikin. Tirkiyê di êrişa sala 2019 ya bo ser kurdên Sûriyê, bajarê Girê Spî û navçeyeke berfireh a ser sînorê Sûriyê bi dirêjiya 120 kîlometran xiste bin kontrola xwe.

Ji wê demê ve heya niha gelek teqîn li wê navçeyê çêbûne, bêyî ku ti aliyek berpirsyariya wan teqînan li xwe bigire.Lê belê xelkê navçê û çavkaniyên nûçeyan dibêjin li paş van teqînan artêşa Tirkiyê û çeteyên wê hene da ku kurdên mayî li bajêr neçar bikin koç bikin da ku bikarin terorîstan û ereb û tirkmanan dewsa wan bi cih bikin.

Serepeyv