Êrîşa balefirên bêbalefirvan ser bîrên petrolê li sînorê Sûriye û Iraqê
Adar 23, 2021 09:53 Asia/Tehran
Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) qala êrîşa balefirên bêbalefirvan ser bîrên petrolê li sînorê Iraq û Sûriyê kir.
Li gorî rapora ÎSNAyê, Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand: Balefêrn nenas bîrên petrolê li navçeya Badiyeya Bûkemala Başûr li derdora Dêrazorê li sînorê Iraq û Sûriyê dane ber êrîşê.
Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand: Ev bîrên petrolkê di dema hebûna çeteyên DAIŞê da ji nav çûne û vê dawiyê ji aliyê hevpeymanên artêşa Sûriyê hatine birêxistin.