Adar 19, 2021 15:28 Asia/Tehran
  • 'Dagirkirina Efrînê nuqteyeke reş jibo hêzxurtên cîhanê bû' / 'Tirkiye xetrereke mezin li ser cîhanê ye'

Endamê nûnertiya 'Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê' li Herêma Kurdistana Iraqê got: "Rewşa Efrînê dê bi vî awayî nemîne û ev navçe beşeka cudanebûyî ji nexşeya Kurdistana Sûriyê ye û divê vegere ser Kurdistana Sûriyê."

Li gorî rapora Kurd Pressê, Fethullah Huseynî, Endamê nûnertiya 'Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê' li Herêma Kurdistana Iraqê di gotûbêja biu Kurd Pressê ra tevî amajeya bi sêyemîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên cîhadî va got: Dagirkirina Efrînê ji aliyê dijminekî wekî Tirkiyê va xemeke mezin jibo gişt kurdan bû. Efrîn navçeyeka aram li Sûriyê bû; Lê ji ber êrîşa Tirkiyê û komên cîhadî sêsed hezar şêniyên vlê herêmê aware bûn.

 Wî got: Tirkiyê li ber çavê hêzxurtên cîhanê Efrîn dagir kir û îro demografiya vê navçeyê diguherîne û ev nuqteyeka reş di karnameya gişt hêzxurtên navçeyî û cîhanî ye.

Endamê nûnertiya 'Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê' li Herêma Kurdistana Iraqê her wiha got: Efrîn bajarê kurdan e û ji aliyê kurdan va hat avedankirin û ewlehkirin. Roja îro ev bajar bûye bajarê herî bi pirsgirêk ê Sûriyê.

Endamê nûnertiya 'Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê' li Herêma Kurdistana Iraqê got: Tirkiye metirsiyeka mezin jibo gişt cîhanê ye û ne tenê li navçeyê, belkî di gelek ji welatên Asya û Afrîqayê  kiryarên leşkerî û têrorîstî cih tîne.

Serepeyv