Ji ber şewata kampa Holê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324671-ji_ber_şewata_kampa_holê_10_kesan_jiyana_xwe_ji_dest_dan
Hejmara kesên ku ji ber şewata Kampa Holê ya rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 10 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2021 05:50 Asia/Tehran
  • Ji ber şewata kampa Holê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku ji ber şewata Kampa Holê ya rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 10 kesan.

Di 27 meha Sibatê de li Kampa Holê ku bi deh hezaran malbatên DAIŞê jî lê dimînin, şewatek derket.

Şewat li konekî ku şahiyek lê hebû, ji ber teqîna sobeya mazotê derketibû.

Di encama şewatê de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 30 kes jî birîndar bibûn.

Piştî şewatê birîndar ji bo nexweşaneyên bajarê Hesekê û yên hêrêma Cizîrê hatibûn vegûhestin.

Ji wan birîndaran 4 kesan canê xwe ji dest dan û hejmara miriyên şewatê gihîşt 10 kesan.

Ew kesên ku can dane, 8 zarok û 2 jî jin bûne.