Ji ber teqîna li parêzgeha Heleba Sûriyê 35 kes hatin kuştin an birîndar bûn
Çile 31, 2021 18:31 Asia/Tehran
Çavkaniyên sûrî qala teqîna erebeyeke bombebarkirî li parêzgeha Helebê kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Çavkaniyên sûrîîro Yekşemiyê ragihandin ku ev teqîn li bajarê Ezazê li bakurê parêzgeha Helebê qewimiye û di encamê da 35 kes hatine kuştin an birîndar bûne.
Bajarê Ezazê di bin kontrola koma têrorîst a Artêşa Azad e ku ji aliyê Tirkiyê va tê piştgirîkirin.