Di encama teqîna Efrînê 6 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn
Li Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê teqîneke mezin çê bû. Li gor zanyariyên destpêkê 6 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin, teqîneke mezin li navçeya pîşesaziyê ya bajarê Efrînê çêbû.
Li gor heman çavkaniyên xwecihî, ew bûyer ji ber teqîna otomobîleke mînkirî bûye.
Li gor zanyariyên destpêkê yên çavkaniyên sûrî heta niha di encama wê teqînê de 5 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.
Ji Adara 2018an ve ku herêma kurdnişîn a Efrînê piştî êrîşeke berfireh ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çete yên ser bi vî welatî dagir bûye, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine encamdan.