Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26 kesên din bi koronayê ketin
Çile 16, 2021 12:59 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand 26 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa, diyar kir ku pêketiyên vîrusê, 12 mêr û 14 jin in û li van herêman in:
Hesek: 3
Qamişlo: 10
Dêrik: 1
Girkê Legê: 2
Çilaxa: 1
Reqa: 7
Şehba: 2
Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 340 kes, ji wan 284 kes mirine û hezar û 1172 kes baş bûne.