Desdirêjî û êrîşên hewayî yên Rejîma Israîlê ser rojhilatê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323158-desdirêjî_û_êrîşên_hewayî_yên_rejîma_israîlê_ser_rojhilatê_sûriyê
Balafirên şer ên Rejîma Siyonîst herêmên li rojhilatê Sûriyê kirin hedefa êriş û desdirêjiyên xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2021 12:25 Asia/Tehran
  • Desdirêjî û êrîşên hewayî yên Rejîma Israîlê ser rojhilatê Sûriyê

Balafirên şer ên Rejîma Siyonîst herêmên li rojhilatê Sûriyê kirin hedefa êriş û desdirêjiyên xwe.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), çavkaniyek leşkerî ya Sûrî diyar kir ku sibeha îro Çarşemê, balafirên şêrr ên Rejîma Îsraîlî êrîş kirin ser her du bajarên Dêrezorê û Bûkmalê li rojhilatê Sûrî

Kanala nûçeyan ya Al-Mayadina Libnanê jî ragihand ku gelek teqîn li ser sînorê Iraq-Sûrî çê bûn, ku xuya dike piştî êrişa ezmanî ya ser Sûrîyê qewimîne.

Hîn di derbarê van êrîşan de agahiyên zêde nehatin girtin.

Sîstema Parastina hewayî ya arteşa Sûrî şeva borî jî êrîşên esmanî yên Rejîma Îsraîl li başûrê Şamê bê encam kir.

Ji aliyê din ve Navenda Çavdêr a Mafê Mirovan a komên opozesiyon ên Sûriyê îdia dike hêzên hewayî yên Rejîma Îsraîlê bi şev 18 êrîşên hewayî bire ser Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê û herêma çola Bukemalê ya li ser sînorê Sûriyê-Iraqê, di van êrîşan de 16 kes hatin kuştin.

Ev îdia ji aliyê Hikûmeta Sûriyê nehatiye piştrastkirin.