Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 kesên din bi Covid_19 ketine
Çile 10, 2021 08:16 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku di 24 seatên çûyî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 kesên din bi koronayê ketine û kesek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku kesên bi koronayê ketine, 13 mêr in û 11 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 4
Qamişlo: 7
Dêrik: 8
Girkê Legê: 1
Tirbespiyê: 1
Reqa: 1
Şehba:2
Mistefa anî ziman ku ji nav pêketiyên koronayê kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 227 kesan, ji wan 283 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 158 kes baş bûne.