SOHR: DAIŞ’ê erebeyeke din a hêzên Sûriyê kir armanc
Çile 04, 2021 09:09 Asia/Tehran
Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Reqa –Selemiye êriş bire ser erebeyeke din a girêdayî hêzên Sûriyê.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku çeteyên DAIŞ’ê erebeyeke leşkerî ya hêzên Sûriyê li ser rêya Reqa-Selemiyê li nêzî herêma Wadî Ezîb kir armanc, di encamê de 6 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
DAIŞ’ê di hefteya borî de, erebeyeke hêzên Sûriyê li ser rêya Humis-Dêrazorê kiribûn armanc û di encamê de kuştî û bi dehan birîndarî çêbûn.