Li dijî baregeha hêzên Rûsyayê li bakurê Sûriyê êriş pêk hat
Li gor çavkaniyên xwecihî yên li bakurê Sûriyê, di yekemîn roja sala 2021 de li dijî baregeha Rûsyayê ya li gundewarê bajarokê Eyn Îsayê êriş pêk hat û hêzên Rûsyayê bersiva êrişkaran dane.
Medayaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk ragihandiye, êriş xwekujî bûye û pênc çekdaran xwastine bi otomobîleke bombekirî derbasî nav baregeha hêzên Rûsyayê li Til Semenê ku dikeve başûrê bajarokê Eyn Îsayê bibin.
Li gor zanyariyan, hêzên Rûsyayê bersiva êrişkaran dane û hewldana wan a ketina hundirê baregehê têk birine, ji ber wê jî otomobîla bombebarkirî li deriyê têketina baregehê teqiyaye û tevahiya êrişkaran hatine kuştin.
Derbarê bûyerê de hêzên Rûsyayê hêj ti daxuyanî nedane û hûrgiliyên êrişê bi fermî û berfireh hêj nehatiye zanîn.
Bajarokê Eyn Îsayê li Bakurê Sûriyê eva dema zêde ji mehekê ye ku hêzên Tirkiyê û komên çete yên ser bi wê, ev bajaroka kirine armanca êrişên giran û dirandane.
Piştî van êrişan hat ragihandin ku Rûsya fişarê li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike ku li hember êrişan, vî bajarokî radestî hikûmeta Sûriyê bike. Berpirsên HSDê jî ew zanyarî piştrast kirine, lê diyar kirine ku HSDê radestkirina Eyn Îsa red kiriye.