Çeteyên koma Sultan Murad li Efrînê jineke Ereb qetil kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322651-Çeteyên_koma_sultan_murad_li_efrînê_jineke_ereb_qetil_kir
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyên koma bi navê Sultan Murad beriya çend hefteyan jineke ji eşîra Umêrat a Ereb revand û piştre ew qetil kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2020 13:21 Asia/Tehran
  • Çeteyên koma Sultan Murad li Efrînê jineke Ereb qetil kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyên koma bi navê Sultan Murad beriya çend hefteyan jineke ji eşîra Umêrat a Ereb revand û piştre ew qetil kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşkere kir ku çeteyên koma bi navê Sultan Murad beriya 3 hefteyan welatiya bi navê Nadira Durmuş ji mala wê ya li Taxa Kevn a Efrînê revand. Çeteyan Nadira Durmuş bi îdiaya ku têkiliyên wê bi saziyên desthilata bakur û rojhilatê Sûriyê re heyne, revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku çeteyan Nadira Durmuş qetil kir û paşê cenazeyê wê avêt ser rêyeke nêzî navenda çeteyan a li Taxa Kevn a Efrînê.