Berdevkê QSD'ê: Armanca êrîşên li dijî Eyn Îsa dagirkeriye
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kino Gabrial, diyar kir ku Tirkiye û komên girêdayî wê bi êrişên li dijî Eyn Îsa, dixwazn qadên nû ji bo xwe dagir bikin û îdîayên ku wê bajêr dewrî hikumeta Şamê bikin, derewandin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Tirkiye û komên girêdawî wê yên di bin navê Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) de kom bûne, ji destpêka Kanûnê ve êrişî bajarê Eyn Îsa û derdora wê dikin. Ligel têkiliyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rayedarên hikumeta Şamê de jî, ev êrîş bênavber dewam dikin.
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kino Gabrial, derbarê êrîşên herî dawî yên li ser bajêr zêde bûne de, ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî. Gabrial diyar kir ku dewleta Tirkiy bi berdewamkirina êrişan dixwaze rewşeke cuda ferz bike û wiha got: "Tirkiye û komên girêdayî wê bi êrişên li dijî Eyn Îsa, dixwazn qadên nû ji bo xwe dagir bikin.”
PLAN DIYAR IN
Gabrial, piştrast kir ku hêzên wan hemû êrişên dagirkeriya Tirkiyê têk birin û planên wê vala derxistin û got: “Planên dewleta Tirkiyê ên li ser Bakurê Sûriyê diyar in. Me ev yek di salên berê de jî dît, dema ku êrişî herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê kiribû.”
Gabrial, li ser helwesta dewletên garator Rûsya û Amerîka li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê, diyar kir ku ew van êriş û hewldanên dewleta Tirkiyê û komên wê bi tu awayî qebûl nakin û wiha domand: “Lê di heman demê de xuya bû ku helwesta fermî ya dewletên garantor girêdayî siyaseta berjewendiyên di navbera hêzên navneteweyî û dewleta Tirkiyê de (wekî hêzeke herêmî) ye. Ev ne tiştekî nû ye û me di salên şer de ew yek dît. Divê em li benda tiştekî cuda nemînin.”
WÊ BÊDENG NEMÎNIN
Gabrial, dest nîşan kir ku hêzên wan pabendî peymanan in û agirbestê pêk tînin û got: “Em ê di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin û bersiva êrişên li dijî herêmê bidin. Divê hêzên din ku peyman îmze kirine jî, li dijî van binpêkirinan bêdeng nemînin.”
ÎDÎA DEREWANDIN
Kino Gabrial li ser îdîayên hin hêzan ku gotin peymana dawîn a di 9`ê Cotmehê di navbera QSD`ê û hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê de ku li ser avakirina 3 nuqteyên çavdêriyê li navçeya Eyn Îsayê li hev kiribûn, ji bo radestkirina navçeya Eyn Îsa ji hikumeta Şamê re, wiha got: “Tiştekî wiha nîne. Heke tiştek bi vê rengî hebûya, me dê bi awayekî fermî ragihandiba.” Berdevkê QSD'ê Kino Gabrial di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku gefên dewleta Tirkiyê dewam dikin ku ev jî parçeyekî ji siyaseta wê li seranserê herêmê û Rojhilata Navînê ye.