Li Sûriyê 145 kesên din bi Koronayê ketin, 9 jî mirin
Kanûn 21, 2020 08:02 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 145 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 9 kes jî jî mirin.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê daxuyand ku li Sûriyê 145 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku bi wê re jî hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine bû 10 hezar 195.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê diyar kir ku 9 kesên bi vîrusa Koronayê ketibûn, mirin û bi wê re jî hejmara miriyan bû 610.