Minbic hate bombe kirin, li Til Temir û Zirganê tevger
Kanûn 18, 2020 22:49 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê bombe li gundê Toxar a dikeve bakurê rojhilatê Minbicê barandin, li herêmên nêzî eniyên şer ên Til Temir û Zirganê jî tevgera heye.
Artêşa Tirkiyê ya dagirker di saetên şevê de bombe li gundê Toxar barand. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv da êrîşê. Li gorî saeta herêmî saet 20:00’an êrîşên artêşa Tirkiyê destpêkirin didome.
Hate ragihandin di dema ev êrîş dom dikir de li xeta Til Temir û Zirgan ên Parêzgeha Hesekê çeteyên dewleta Tirkiyê ketin nava tevgerekî zêde.
Li gorî ANHA’yê tevger di navbera gundên Qasimiyê, Rîhaniyê, Reşîdiyê û Til Mehan ên Til Temir li gel gundên Ûm Işba, Dawidiyê, Enîq El Hewa û gundikê Til Mihemed diqewime.