Dewleta Tirkiyê bi balafirên şer û yên bêpîlot êrişî Eyn Îsa dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322389-dewleta_tirkiyê_bi_balafirên_şer_û_yên_bêpîlot_êrişî_eyn_Îsa_dike
Dewleta Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê bi balafirên şer û balafirên bêpîlot êrişî gundewarên navçeya Eyn Îsa dikin. Şervanên HSD jî bersiv didin êrişên dewleta Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2020 08:45 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê bi balafirên şer û yên bêpîlot êrişî Eyn Îsa dike

Dewleta Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê bi balafirên şer û balafirên bêpîlot êrişî gundewarên navçeya Eyn Îsa dikin. Şervanên HSD jî bersiv didin êrişên dewleta Tirkiyê.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku şerekî giran di navbera dagirkeriya Tirkiyê û HSD de li gundê Mişêrfê yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê diqewime. Dewleta Tirkiyê hewil dide gundê Mişêrfê ku 2km dûrî navenda Eyn Îsayê ye têxe bin kontrola xwe.

Heta van kêliya di encama şerê bedewam dike de gelek leşker û çeteyên dewleta Tirkiyê hatine kuştin.