Geştên asimanî yên Libnanê bo balefirgehên bakurê rojhilatê Sûriyê dê jinûve destpê bibin
Kanûn 09, 2020 15:48 Asia/Tehran
Parêzgarê Hesekeya Sûriyê qala destpêbûna dubare ya firrînên derveyî ji balefirgeha Beyrûtê bo balefiorgeha Qamişloyê û berovajî kir.
Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Ofîsa Xesan Xelîl, parêzgarê Hesekeya Sûriyê roja çarûşemiyê ragihand ku beriya dawiya sala 2020î, pêdiviyên yekem geşta simanî ya derveyî li balefirgeha navneteweyî ya Qamişloyê li parêzgeha Hesekeyê dê bên dabînkirin.
Wî destnîşan kir: Ev yek wek bersiva bo daxwazên welatiyên sûrî yên derveyî vî welatî û hêsankrina pêvajoya vegeriyana wan bo Sûriyê pêk hatiye.