Li Hesekê ji 17 rojan ve av qut bûye
Li bakura rojhilatê Sûriyê nêzîkî milyonek û 200 hezar kes li herêma Hesekê û derdora wê ji 17 rojan ve bê av in.
Hevseroka Rêveberiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ev 17 roj in, av bi yekcarî qut bûye.
Sozdar Ehmed got, wan daxwaz ji rêxistinên navdewletî kiriye alîkariya wan bikin ji bo avê ji xelkê Hesekê re peyda bikin û wan aliyê Rûsî û Hevpeymaniya Navdewletî agadar kirine lê heya niha bersiva wan nedane.
Sozdar Ehmed aşkere jî kir, niha xelk bi rêya sehrîcan avê peyda dikin û nirxê her sehrîcekê 2000 lîre ye.
Li gor gotina Ehmed, niha bîrên Hime jî ava wan kêm bûye û 6 heya 7 rojan pêwîste ji bo tije kirina xezana avê ya Hesekê.
Roja Yekşemê 6ê Kanûna 2020an di bersiva pirseke Rûdawê de derbarê berdana avê ji Wêstgeha Elok bo bajarên Hesekê û Tiltemerê de, Wezareta Derve ya Amerîka ragihandibû, wêstgehê ji roja 2ê Kanûna 2020an ve, dest bi kar kiriye û ew li gel hemû aliyan di peywendiyê de ne û çavdêriya rewşê dikin.
Krîza avê ji 2013an li bajarê Hesekê heye, lê piştî kontrolkirina Wêstgeha Elok a li Serê Kaniyê ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve rewşa avê bi yek carî kambax bûye.
Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.
Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wî welatî dagîr bûye, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di bin desthilata Rêveberiya Xweser a li bakur û rojhilata Sûriyê de hatiye qutkirin.
Ji Wê demê ve û heya niha 9 caran çekdaran av ser Hesekê û Til Temirê qut kirine cara herî dawî jî 27ê Mijdara 2020 bû.