Bakurê rojhilatê Sûriyê - Şaneya Aloziyê ya Cizîrê têkildarî qedexeya giştî daxuyanî da
Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê hûrgulyên biryara qedexeya derketina derve ya giştî ya 10 rojan a li ser bajarên Hesekê û Qamişlo eşkere kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bendên biryara qedexeya giştî ya li ser bajarên Hesekê û Qamişlo ya ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê şîrove kirin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser van xalan:
"Ji bo parastina berjewendiyên giştî û li gorî biryara Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi hejmara 198'an a dîroka 21'ê Mijdara 2020'an a têkildarî biryara qedexeyê, Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê van biryaran dide:
1-Li bajarên Qamişlo û Hesekê qedexeya derketina derve tê ferzkirin. Qedexe sibeha roja pêncşemê 26'ê Mijdara 2020'an dest pê dike û heya 5'ê Kanûna 2020'an e.
2-Di dema qedexeyê de li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser tevahî dibistan, zanîngeh û baxçeyên zarokan tên girtin.
3-Tevgera bas û bolmanan a derketin û hatina herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê rawestandin, tevgera veguhestinê ya ji bo bazirganiyê wê dewam bike.
4-Ji bilî daîreyên xizmetguzariyê bi hejmareke diyarker, tevahî sazî û daîreyên fermî yên giştî li Qamişlo û Hesekê têne girtin.
5-Sûkên hal ên giştî yên Qamişlo û Hesekê ji saetên serê sibeha ve heta 10'ê sibeha dikarin werin vekirin.
6- Qedexe rêxistinên miriovî û rojnamevan li gorî erkên fermî di nav xwe de nagire.
7-Di dema qedexeyê de tevahî saziyên rêveberiyê yên herêma Cizîrê û tevahî dibistan wê werin dezenfektekirin.
8-Tevahî saziyên ragihaninê berspektîvên hişyariyê nîşanî welatiyan didin, da ku tedbîrên xweparastina kesayetî û dûrketina civakî bigirin ku bikin beşek ji jiyana xwe ya rojane heta ku ev pandemî bi dawî bibe.
9-Qedexe tevahî nexweşxane û firneyan di nav xwe de nagire. Her wiha dermanxane li gorî lîsteyên nobetê yên ku deste, komîteyên tenduristiyê û Yekitiya Dermansazan amade kirine tê birêxistinkirin.
10-Tevgera cotkaran û belavkirina sotemeniyê li welatiyan wê were hêsankirin.
11-Divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî navaroka biryarê, tedbîrên qedexeyê pêk bînin.
12-Biryar ji bo her kesî eleqedar e."