Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 113 kesên din bi koronayê ketin û 6 kesan jî jiyana xwe ji dest da
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 113 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 6 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got, kesên jiyana xwe ji dest dane, 4 mêr ji Dêrik, Amûdê, Dêrazor, Tebqa û 2 jin ji Hesekê û Qamişlo ne.
Ciwan Mistefa her wiha diyar kir ku wan îro 113 pêketiyên nû tombar kirin, 65 mêr û 48 jin in û li van herêman belav dibin:
25 Hesekê,
16 Dêrik
9 Qamişlo
2 Amûdê
1 Girkê Legê
2 Dirbêsiyê
2 Dêrazor
5 Şehba
17 Kobanê
24 Tebqa
9 Reqa
1 Minbic
Ciwan Mistefa destnîşan kir ku 25 kes baş bûne.
Bi vê yekê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 6 hezar û 591'an û hejmara miriyan jî bû 178'an û hejmara kesên baş bûne gihaşt 957'an.