18ê Mijdarê; Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 190 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 5 jî mirin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 190 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketin û 5 jî ji kesên pêketî mirin.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine; 2 mêr ji Dêrikê, mêrek ji Hesekê, 4 mêr ji Dirbêsiyê û jinek ji Şehbayê.
Mistefa da zanîn ku 190 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketin, jê 115 mêr û 75 jin in û li van herêman in:
Dêrikê; 14
Qamişlo; 17
Amûdê; 8
Girkê Legê; 7
Til Temirê; 2
Dirbêsiyê; 1
Çilaxa; 1
Kampa Holê; 1
Tebqa; 40
Reqa; 22
Kobanê; 25
Minbic; 18
Dêrazorê; 5
Şehba; 4
Mistefa bi bîr xist ku 17 kesên bi vîrusa Koronayê ketibûn, baş bûn.
Hejmara giştî ya kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine, 6 hezar û 420 e, jê 168 mirin û 905 baş bûne.