Mijdar 16, 2020 12:05 Asia/Tehran
  • Çekdarên ser bi Tirkiyê ciwanekî Serê Kaniyê kuştin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, ciwanekî li gundekî Serê Kaniyê dikujin.

Rewangeha Sûrî Mafên Mirovan belav kir, gruba Polîsê Leşkerî bi ser gundê Ezîziyê yê li rojavayê Serê Kaniyê de girt û dest bi lêgerên li malan û revandina xortan kir.

Rewangeha Sûrî Mafên Mirovan herwiha da zanîn ku di dema lêgera li malan de, ciwanek ji tirsa revandinê ji malê reviya, lê çekdaran gulle bi awayekî rasterast lê barandin û ew kuşt.

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çetw ve, tawan, kuştin û revandina welatiyan ji aliyê çekdaran ve berdewam e.

Serepeyv