James Jeffrey dest ji karê xwe vedikişîne
Şandeyê Amerîkayê yê Taybet ji bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey dest ji karê xwe vedikişîne.
Rojnama “Şerq El-Ewset” belav kir, Şandeyê Amerîkayê yê Taybet ji bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey pêwendî bi hevpostên xwe yên Ewropayê, rayedarên ereb û opozîsyona Sûriyê re kir û destvekişandina xwe ji kar ji wan re ragihandiye.
Li gorî vê rojnamê, Jeffrey tekezî li ser berdewamiya siyaseta Amerîkayê de kiriye, çi eger Donald Trump yan Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîka de bi ser bikeve.
Rojnama “Şerq El-Ewset” herwiha diyar kir, biryar e di vê demê de cîgirê wî Joel Rayburn cihê wî bigire ku bi wî re di piraniya hevdîtinên wî de amade bûbû.
Jeffrey wiha got: "Heger kî di hilbijatrtinan de bi ser bikeve, Biden yan Trump, ez dikarim di derbarê hebûna me ya li Sûriyê de bêjim ew e, ez tu guhertinekê di hebûna hêzên me, di siyaseta cezayên me de nabînim. herwiha ez tu guhertinekê di daxwaza me ya derketina Îranê ji Sûriyê de jî nabînim.”
James Jeffrey roja 20ê Îlona borî bi serokatiya şandeke serbazî serdana bakura Sûriyê kiribû û bi berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) re civiyabû.
James Jeffrey pêwendî bi welatên erebî û Ewropî re kir, ji bo pêwendiyan bi Şamê dirust nekin. Wî herwiha piştevaniya desdirêjiyên Tirkiyê li bakurê Sûriyê heta piştgirî ji êrişên wê ser kurdên vî welatî ku Amerîka îdia dike ew hevpeymanên wê ne jî dikir.
Jamse Jeffrey berî çend rojan ragihandibû, “PKKê rêxistineke terorê ye û divê ji Sûriyê derkeve.” û îdia kiribû ku hebûna PKKê sedemeke sereke ya aloziyên Sûriyê yên li gel Tirkiyê li ser sînor e û ew dixwazin wan aloziyan kêm bikin.
James Jeffrey di navîna sala 2018an de postê Şandeya Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarê Sûriyê û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê de ji Bret MacGurk wergirtibû.