Mijdar 01, 2020 17:29 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 134 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de li herêmê 134 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 2 nexweş jî mirine.

Hevserokê desteyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku 134 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 61 mêr û 73 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 34

Til Temir: 2

Qamişlo: 43

Dêrik: 30

Rimêlan: 1

Girkê Legê: 10

Çilaxa: 4

Amûdê: 1

Dirbêsiyê: 3

Şehba: 3

Ciwan Mistefa da zanîn ku 25 nexweş jî baş bûne û 2 nexweşan jiyana xwe ji dest daye.

Bi van daneyan re, hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmê gihîşt 4 hezar û 738 kesan, jê 127 kes mirine û 732 nexweş jî baş bûne.

Serepeyv