Li herêmên kurdî yên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê vî welatî 8 kes bi Koronayê can dan
Li herêmên kurdî yên Sûriyê û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 24 saetên bihorî de 8 kes ji pêketiyên Koronayê jiyana xwe ji dest dan û 153 haletên nû yên pêketina bi vîrusê hatin tomarkirin.
Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amarên 24 saetên bihorî yên Koronayê belav kir û li gor amarên nû, ji destpêkê ve heta niha zêdetirîn hejmara pêketina bi Korona û mirina bi sedema vê vîrusê li herêmê hatiye tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ciwan Mistefa di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku 5 kes ji pêketiyên Koronayê li Hesekê ku 3 mêr û 2 jin in û 3 mêr li Qamişlo, Dêrik û Kampa Holê jiyana xwe ji dest dane.
Mistefa diyar kiriye, ku 153 haletên nû yên pêketina bi vîrusa COVID-19 li navçeyên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin û daye zanîn, ku 91 kes ji wan pêketiyên nû mêr û 62 kes jî jin in.
Li gor daxuyaniyê, di 24 saetên derbasbûyî de 28 kes li Hesekê, 17 li Qamişlo, 27 li Dêrik, 8 li Girkê Legê, 2 li Rimêlan, 6 li Amûdê, kesek li Kampa Holê, 20 kes li Kobanî, 15 li Tebqa, 14 li Reqa, 11 li Minbic û 4 kes jî li Dêrezorê bi vîrusa COVID-19 ketine.
Herwiha 11 haletên nû yên başbûna ji Koronayê hatine tomarkirin.
Bi van amarên nû re, hejmara kesên ku heta niha li herêmên kurdî yên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê vî welatî bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîşte 3251 kesan, ku 103 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dane û 646 kes jî baş bûne.