Cotmeh 20, 2020 20:03 Asia/Tehran
  • Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Tirkiye agirbestê binpê dike, sivîlan qetil dike

Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef bi bîr xist ku 2 sivîl ji hêla Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine kuştin û got ku Dewleta Tirkiyê peymana agirbestê binpê dike û sivîlan qetil dike.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef têkildarî topbaranên Dewleta Tirkiyê ên 2 rojên borî yên li dijî navçeyê û gundewarên wê, êrişên bênavber ên Dewleta Tirkiyê ên li dijî gundan şermezar kir ku di encamê zarokê bi nave Hatim Zêdan û şêniyê bi navê Mihemed Silêman hatin qetilkirin.

Xelef diyar kir ku sûcên Dewleta Tirkiyê ên li dijî herêmên Herêma Girê Spî û gundewarên wê berdewam in.

Xelef da zanîn ku ev sûc û êriş li pêş çavên tevahî cîhanê pêk tên, bi taybet li pêş çavên Rûsyaya garantor ku agirbestê dişopîne û li hember binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê nasekine.

Riyad Xelef wiha gotina xwe bi dawî kir: "QSD li hember tevahî qanûn û peymanên navneteweyî rêzdar e, her wiha li gorî agirbestê tevdigere. Lê belê çi êrişek li ser herêmê pêk hat bersiva wê dide."

Di encama topbarana bêserûber a Dewleta Tirkiyê ya roja Înê ya li dijî navçeya Eyn Îsa de zarokê bi navê Hatim Zêdan canê xwe ji dest da. Duh jî leşkerên Dewleta Tirkiyê şêniyê bi navê Mihemed Silêman ê ku pezê xwe li gundê Tirwaziyê ya girêdayî Herêma Girê Spî diçêrand li nêzî rêya M4 qetil kir.

Serepeyv