16ê Cotmehê; Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 107 kesên din bi koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê eşkere kir ku di 24 seatên dawîn de 107 kesên din bi koronayê (Covid-19) ketine, 11 kes baş bûne û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand 2 nexweşên din ên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest daye, 2 zilam in û ji Hesekê û Dêrikê ne.
Mistefa daxuyand ku 107 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 58 mêr in û 49 jin in.
Rewşên nû hatine tomarkirin wiha ne:
Hesekê: 21
Qamişlo: 23
Dêrik: 2
Girkê Legê: 11
Amûdê: 5
Çilaxa: 2
Rimêlan: 2
Tirbespiyê: 2
Dirbêsiyê: 2
Til Temir: 1
Kampa Holê: 1
Dêrazor: 4
Reqa: 3
Her wiha 11 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Li gorî van daneyan hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 2 hezar û 739 kesan, ji wan 90 kesan jiyana xwe ji dest daye û 620 kes jî baş bûne.