Cotmeh 10, 2020 21:24 Asia/Tehran
  • 10ê Cotmehê; ​​​​​​​Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 110 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 saetên dawîn de 110 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 nexweş jî mirine.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku ji nav kesên ku nexweş ketine 56 mêr in û 54 jin in û ji van herêman in:

Hesekê: 8

Til Temirê: 1

Qamişlo: 13

Dêrik: 10

Girkê Legê: 3

Amûde: 2

Kobanê: 18

Reqa: 32

Tebqa: 10

Minbic: 13

Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 17 nexweş baş bûne û 3 kesên din jî mirine.

Bi daneyên dawîn re hejmara nexweşên vîrusa Koronayê li herêmê gihaşt 2 hezar 314 kesan, jê 77 nexweş mirine û 555 nexweş jî baş bûne.
 

Serepeyv