Dêrazor; Maleke komî ya DAIŞê ji aliyê HSDê va hat rûxandin
Cotmeh 10, 2020 21:24 Asia/Tehran
Hêzên dijeteror ên ser bi Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) di operasiyonekê li navçeya Dêrazorê maleke tîmî ya DAIŞê ji nav bir û du çeteyên vê koma têrorîst girtin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Operasaiyona Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê didome û di vî warî da Hêzên dijeteror ên ser bi Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) di operasiyonekê da girtin ser maleke komî ya çeteyên DAIŞ û du çete bi navên Xenam Hemdî û Mehmûd Hemdî girtin.
Li gorî Hawar Newsê, Di daxuyaniya HSDê da hatiye: Di cihê xweveşartina van du çeteyên DAIŞî da çekekek automatîk a Ak-47, çar heb fişendank, çekekek kemberî, çar telefonê destan û hin belge hatine bidestxistin.