Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 112 kesên din bi koronayê ketin
Cotmeh 08, 2020 10:21 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku 112 kesên din bi koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê bi koronayê mirî mêrek ji bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê ye.
Mistefa eşkere kir ku 112 kesên din bi koronayê ketine jê 63 mêr in û 49 jin in û li van herêman in:
Dêrîk:30
Hesekê: 26
Qamişlo: 21
Girkê Legê: 13
Tirbespiyê: 4
Rimêlan: 3
Amûdê: 3
Til Temirê: 2
Dêrazor: 6
Reqa: 4
Mistefa da zanîn ku 14 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta van kêliyan 2 hezar û 158 kes bi koronayê ketine, jê 74 kes mirine û 530 kes baş bûne