Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din bi koronayê mirin
Îlon 30, 2020 17:12 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji ber nexweşiya koronayê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 121 kesên din jî bi koronayê ketin.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku ew her du kesên ku bi koronayê mirine, mêr in û ji Hesekê ne.
Ciwan Mistefa destnîşan kir ku 121 kesên din bi koronayê ketine û li van herêman in.
Qamişlo: 21
Hesekê: 20
Amûdê: 6
Reqa: 45
Kobanê: 8
Minbic: 15
Tebqa: 6
Ciwan Mistefa diyar kir ku 12 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.
Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi koronayê ketine, gihîşt hezar û 618 kesan, jê 64 kes mirine û 429 kes jî baş bûne.