HSD’ê li ser sînorê Iraq û Suriyeyê dest bi pêngavek nû kir
Îlon 25, 2020 17:19 Asia/Tehran
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser sînorê Iraq û Sûriyê li dijî hucreyên (veşargehên) DAÎŞ’ê dest bi pêngavekê kirin.
HSD’ê li herêma Wadî El Ecîc a li ser sînorê Sûriye û Iraqê ya li herêma Dêra Zorê dest bi pêngaveke nû kir. Armanc ji pêngavê têkbirina veşargehên çeteyên DAÎŞ’ê ye.
Hat îdiakirin ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî ji hewayê ve piştgiriyê didin pêngavê. Pêngav wê bi taybetî li hemberî rêyên veguhastinê yên çeteyên DAÎŞ’ê ji bo çek û personelan bi kar tînin, bê kirin.