' Dewleta Tirkiyê divê di dadgehên navneteweyî da were darizandin '
Ebdukerîm Omer, Hevserokê Dayîreya Pêwendiyên derveyî ya Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê di axaftinekê da tevî amajeya bi rapora weşandî ji aliyê NY têkildarî sûcên şêrr ên komên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê li Efrîn û Serîkaniyê, daxwaza darizandina dewleta Tirkiyê li dadgehên navneteweyî kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Hawar Newsê, Hevserokê Dayîreya Pêwendiyên derveyî ya Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê got: "Rapora weşandî pirr girîng bû, lê di vê raporê da ku sûcên şêrr ên artêşa Tirkiyê û komên bin sîvana wê bi aşkira û bi belge nîşan dide, tu kiryareke pratîkî û vebirr li hemberî Tirkiyê pêk nehatiye; LKoma divê helwêsteke aşkira li hemberî Tirkiyê bê hilêxistin. Sûcên hilêxistî di vê raporê da ji aliyê komên bin piştgiriya Tirkiyê pêk hatine û nabe ku ev sûc cuda ji dewleta Tirkiyê bên hilkolandin. Dewleta Tirkiyê divê di dadgehên navneteweyî da were darizandin."
Omer got: "Ev rapor gerçî ku girîng bû, lê têra xwe ron û zelal nebû. Komên radîkal ên ser bi Tirkiyê her cûre sûcek dijî jinan pêk anîne. Kurd ji cihwarên xwe tên derxistin û demografiya navçeyê tê guhertin. Li hemberî van giştan, divê reftarek dijî Tirkiyê were berxwegirtin."