Li Sûriyê 40 kesên din bi vîrusa koronayê ketin, 3 jî mirin
Îlon 19, 2020 02:33 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 40 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 jî mirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê got, 40 kesên din li Sûriyê bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 3 jî mirine.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê, li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê bû 3 hezar û 731 û hejmara miriyan bû 168'an.