8ê Îlonê; Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 15 kesên din bi koronayê ketine
Îlon 08, 2020 16:22 Asia/Tehran
Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 15 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine û 14 kesên ku berê bi koronayê bûn, baş bûn.
Hevserokê Desteya Tenduristî Ciwan Mustefa anî ziman ku 15 kesên ku bi koronayê ketine, 8 jê mêr in û 7 jî jin û ji van herêman in:
Hesekê;4
Qamişlo;4
Dêrikê;2
Rimêlan;2
Til Temir;1
Dirbêsiyê;1
Girkê Legê;1
Mustefa da zanîn ku 14 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.
Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 704 kes bi koronayê ketine, jê 42 kesan jiyana xwe ji dest daye û 212 kes jî baş bûne.