Lavrov: Hinek welat dixwazin ajandayên cudaxwaziyê li ser Sûriyê ferz bikin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana li Şamê ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed hevdîtinek pêk anî û ragihand ku hinek welatên cihanê dixwazin ajandayên cudaxwaziyê ferz bikin
Di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de wezîrê derve yê Rûsya Sergeyê Lavro behsa naveroka civîna di navbera wî û serokomarê Sûriyê Beşar Esed kir û got, wan tekezî li ser yeperçeya xaka Sûriyê kirin.
Sergey Lavrov da zanîn, ku hinek welatên cihanê dixwazin ajandayên xwe yên cudaxwaziyê li Sûriyê bicî bikin, lewma ew pabendî serwerî û biryara serbixwe ya Sûriyê ne.
Lavrov got: “Di çarçoveya gotûbêjên dûr û dirêj ligel Serok Beşar Esed ,me rewşa Sûriyê nirxand û nerîna me weke hev bû ku rewşa meydanî bi awayekî rêjeyî aram e, divê Sûrî kar li ser yekgirtin û yekrêziya xwe ya navxwe bikin. Ev jî xwezyayî ye, ne hemû hêzên biyanî li ser van guhertinên erênî razî ne, ku dixwazin ajandayên xwe yên cudaxwazî ferz bikin û gelê Sûriyê ji aliyê aborî ve bixeniqînin bi rêya sepandina cezayên aborî yên yekalî.
Wezîrê Derve yê Rûsyay herwiha diyar dike ku ewn di wê çarçoveyê de tekez kir, ku ew pabendî serweriya Sûriyê, yekperçeya xaka wê serbixweyî ya siyasî ne û wiha pê de çû: “Herwiha em rêz li wê yekê dikin ku Sûrî bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin li gor biryara encûmena asayişê ya 2254. Wê Rûsya hemû hewlên xwe bidin ku bergiriyê di ber prensîpa rêzgirtina serweriya Sûriyê biryara gelê wê serbixwe ku ew endame di Astanayê de û em piştgîriya Komîteya nivîsandina destûr dikin.”
Herwiha Lavrov li ser serdana şanda Encumena Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo Moskowê got, Platforma Moskow li pêş hemû hêzên siyasî vekiriye û tekez kir, ku herdu aliyan pabendbûna xwe bi temamî bi serxwebûna Sûriyê û yekperçeya xaka wê nîşan dane.