Wezîrê derve yê Rûsyayê geheşt Şamê
Îlon 07, 2020 17:42 Asia/Tehran
Wezîrê derve yê Rûsyayê ji bo seredaneke fermî gihêşt paytexta Sûriyê Şamê.
Îro 07.09.2020ê wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo serdanekî fermî gihêşte paytexta Sûriyê Şamê.
Biryare Sergey Lavrov li gel serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad û wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Mualîm bicive.
Ji destpêka şerê navxwe û şerê terorîstan li dijî hikûmeta Sûriyê yê di Adara sala 2011ê de şûnde Rûsyayê çek û leşker şandin ji bo piştevaniya Hikûmeta Sûriyê û bû sedema têkçûna terorîstan.