Îlon 03, 2020 13:24 Asia/Tehran
  • Kampa awareyên Efrînê li Şehbayê; Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn berdewam in

Komîna Sînemayê ya Avrîn, li kampa koçberan a li Herêma Şehbayê xebatên xwe yên ji bo temamkirina amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê didomîne.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Di 1'ê Tîrmehê de "Komîna Sînemayê ya Avrîn" deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina fîlman vekir. Tê payîn ku Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî di 21'ê Îlonê de li dar bikeve.

Di 18'ê Tîrmehê de komînê pêşwazkirina fîlman rawestand. Ji 2 hezar û 200 fîlman, 58 fîlm bi qasî 'rojên Berxwedana Serdemê ya qonaxa yekemên' hatin pejirandin.

Berpirsên mîhrîcanê amadekariyên xwe ji bo pêşendana fîlman didomînin. Di wê çarçoveyê de du komîteyên hunerî û wêjeyî hatin avakirin da ku fîlmên ku dê di mîhrîcanê de werin pêşendan hilbijêrin. Fîlm dê di 21'ê Îlonê de li "Kampa Berxwedan" a li navçeya 'Fafînê' werin pêşandan.

Her wiha "Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk" tev li vê xebatê bû û fîlmên ku dê werin weşandin ji zimanên înglîzî wergerî zimanên erebî û kurdî kirin.

Li gel xebata wergerandina fîlman, komîteya amadekar dika pêşandana fîlman amade dike. Li gorî komîteyê tê payîn ku dik dê çend rojên bê de amade be.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî Mihîdîn Erselan diyar kir ku amadekarî berdewam in.

Erselan destnîşan kir ku têkiliyên wan bi 58 derhênerên ji gelek dewletên cîhanê re yên ku fîlmên wan hatin pejirandin, hene û wiha domand: “Me ji her derhênerkî xwest ku dîmeneke xwe bi rê bike û tê de hest û piştgiriya xwe ji koçberên Efrînê yên ku li Herêma Şehbayê dimînin re rave bike. Da ku ji temaşevanan re di roja yekemîn a mîhrîcanê de bêne pêşandan.”

Hawar Newsê her wiha nivîsiye: "Erselan da zanîn ku di amadekirina mîhrîcanê de rastî gelek zehmetiyan hatine, lê hewl dane wan zehmetiyan derbas bikin ji ber ku armanca wan a tekane, rizgarkirina Efrînê ji dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ye û biserxistina mîhrîcanê ye."

 

 

Serepeyv