Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din bi vîrusa Koronayê (COVID-19) ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din bi vîrusa Korona ketine û 3 nexweş jî baş bûne.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên dawîn ên Koronavîrusê eşkere kirin û da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din bi COVID-19
ketine.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got ku 12 kesên bi vîrusê ketine li van herêman in:
Hesekê; 4
Kobanê; 4
Qamişlo; 3
Reqa; 1
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 3 kesên bi vîrûsê ketibûn baş bûne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro 556 kes bi vîrusê ketine, ji wan 35 kesan ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye û 101 kes jî baş bûne.