Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 11 welatiyên kurd revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319096-Çeteyên_tirkiyê_li_efrînê_11_welatiyên_kurd_revandin
Çekdar û çeteyên Tirkiyê, 11 welatiyên Kurd ji 3 gundên Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê revandin. Grûpek jî ji 20 rojan ve darên daristanên 2 gundan qut dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 29, 2020 18:59 Asia/Tehran
  • Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 11 welatiyên kurd revandin

Çekdar û çeteyên Tirkiyê, 11 welatiyên Kurd ji 3 gundên Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê revandin. Grûpek jî ji 20 rojan ve darên daristanên 2 gundan qut dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çeteyên grûpa Mihemed El Fatih roja 26 vê mehê 3 kes ji gundê Memila yê navçeya Reco ya Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Kesên hatine revandin, Mihemed Bekir Mistefa, Welat Sadiq Osman û Azad Mihemed Hebeş in.

Wê rêxistinê herwiha ragihand, çeteyan roja 20 vê mehê jî 2 kes (Reşîd Bilal û Kawa Hido) ji gundê Şiketka revandin. Çarenivîsa wan heta niha ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir, grûpa Cebhe El Şamiyê roja 27 vê mehê 6 welatî ji malbatekê ji gundê Şêx Kêlê revandin. Kesên hatine revandin, hemû ji malbata Mihyedînê Şêx Kêlê ne.

Wê rêxistinê amaje bi wê da, zêdetir ji 20 rojan e 60 çeteyên grûpa Ehrar El Şamê daran ji daristanên gundê Gorda û Çobana qut dikin û wek êzing difiroşin.