Desteya Tenduristiyê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 53 kesên din bi KoronaVîrûsê ketine
Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" daneyên KoronaVîrûsê yên 24 saetên derbasbûyî aşkera kir û da zanîn ku 53 kesên din bi KoronaVîrûsê ketine.
"Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê" hejmara kesên di nava 24 saetên derbasbûyî de bi Vîrûsa koronayê ketine û ji ber Vîrûsê jiyana xwe ji dest dane, diyar kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa piştrast kir ku 53 kesên din pê ketine, jê 29 mêr û 24 jin in. 53 kesên bi KoronaVîrûsê ketine li van herêmên in:
Hesekê: 6
Qamişlo: 17
Rimêlan: 1
Dêrikê: 5
Amûdê: 3
Dirbêsiyê: 1
Dêrazorê: 4
Reqa: 2
Holê: 1
Tebqa: 13
Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 5 kesên bi KoronaVîrûsê ketine baş bûne.
Hejmara kesên bi vîrûsê ketine bi giştî 478 kes in, ji wan 28 kesan jiyana xwe ji dest daye û 80 kes jî baş bûne