Tebax 23, 2020 12:35 Asia/Tehran
  • Li deverên kurdî yên Sûriyê 27 kes bi Koronayê ketin 

Li deverên bin desthilata Rêveberiya Xweser ya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di nava 24 saetan de 27 kes bi Koronayê ketin û 3 kes jî ji ber vê vîrusê mirin.

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê dawîn amarên taybet bi vîrusa Koronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin, di heyama rojekê de 27 haletên nû yên tûşbûna bi Koronayê hatin tomarkirin ku 10 zilam û 17 jin in û 12 li Qamişlo, 2 li Dêrik, 4 li Hesekê, 1 li Rimêlan. 1 li Tirbespî, 1 li Dirbesiye, 3 li Amûdê û 3 jî li Şehbayê ne.

Her li gor daxuyaniya Ciwan Mistefa 3 kes jî bi Koronayê mirine ku 1 li Qamişlo, 1 li Reqa û 1 jî li Şehbayê bûye û herwiha 7 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Li gor amarên fermî heta niha li herêmên bin desthilata Rêveberiya Xweser, 354 kes bi Koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 22 kes mirine û 58 kes jî baş bûne.

Serepeyv