Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 27 kesên din bi Koronavîrusê ketin. Bi vê yekê hejmara giştî gihaşt 280`an. Her wiha 17 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên dawîn ên Koronavîrusê (Covid-19) eşkere kirin û da zanîn ku li herêma Cizîrê 2 nexweşên din jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku jineke 60 salî ji bajarê Qamişloyê û mêrekî 70 salî ji bajarê Hesekê ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest daye.
Mistefa destnîşan kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 27 kesên din nexweş ketine û daneyên dawîn wiha ne:
Qamişlo: 17
Dêrik: 5
Hesekê: 5
Mistefa got kesên di 24 saetên derbasbûyî de bi vîrusê ketine, 16 mêr û 11 jin in.
Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî daneyên îro, 280 kes bi vîrusê ketine û 17 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.